Hevdîtina Obama û Erdogan bi dawî hat!

Hevdîtina Obama û Erdogan bi dawî hat!

09:56:02

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Barak Obama di çarçoveya zîrweya G20 de li Çînê hevdîtinekê pêk anîn.

Serokkomar Erdogan piştî hevdîtîna Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi Serokê Amerîkayê Barak Obama re hat cem hev û hevdîtin nêzî 50 deqîqeyî domand. 

Hevdîtina Erdogan û Obama saet li derdora 08.10an dest pê kir. Di mijara hevdîtina herdu serokan de operasyona Mertalê Firadê, PKK û pêşveçûnên dawî yên Sûriyeyê û dosya Gulen cih girt.

Piştî hevdîtinê herdu serokan daxuyaniyeke çapemenî li dar xistin. Erdogan got: "Me dosyeya Fethullah Gulen şand, em ê dosyeya piştî 15ê Tîrmehê jî bişînin. Piştî hewldana derbeya leşkerî ev êrişên terorî li pey hev gelekî watedar e. Tekoşîna me bi PKK û DAIŞê re didome. Daxwaza me ew e ku li başûrê me korîdorek neye avakirin. Obama jî di axaftina xwe de got: "Bi ditîna te gelekî kêfxweş bûm. Ev hevalbendiya we ya di dema serokatiya min de dixwazim her berdewam be."