Rusya dixwaze peyvendiyên xwe li gel Siûdiye başbike!

Rusya dixwaze peyvendiyên xwe li gel Siûdiye başbike!

20:59:51

 

Rojava News: Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di Zîrweya G20an ya li bajarê Hangzhou ya Çînê de ragihand ku ew dixwazin bi Erebîstana Siûdî ya ku hilberînerê mezintirîn yê petrolê yê cîhanê ye, têkiliyên xwe pêş ve bibin.

Pûtîn di çarçoveya Zîrweya G20an de  bi welîahtê prens yê Erebîstana Siûdî Muhammed bi Selman re hate ba hev. Pûtîn di dema axaftina xwe de destnîşan kir ku ew giringiyeke mezin didin têkiliyên piralî yên ku wê ji bo herdu welatan bibe feydeyeke mezin.

Pûtîn amaje kir ku bêyî Erebîstana Siûdî çareseriya pirsgirêkên navneteweyî ne minkun e û got wê piştevaniya têkiliyên ku wê di çarçoveya diyalogan de bê kirin bikin.

Herweha Kremlîn daxuyaniyek da û ragihand ku Prens Selman dixwaze bi Rûsyayê re pêşî li senaryonên neyînî yên li Rojhilata Navîn bigrin. Prens Selman wiha axivî: 'Em dixwazin pêşî li senaryonên neyînî yên li Rojhilata Navîn bigrin.'