Obama: Rusya û Amerîka piştgiriya komên cûda dikin!

Obama: Rusya û Amerîka piştgiriya komên cûda dikin!

21:27:29

 

Rojava News: Serokê Dewleta Amerîkayê Barack Obama ragihand ku di krîza li Sûriyayê de piştgiriya Amerîka û Rûsyayê ji bo komên cuda dewam dike û di mijara pêvajoya aştiyê de jî hin cudahî hene.

Obama bi Serokwezîra Brîtanyayê Therese May li Lûtkeya G20an ku li bajarê Hangzho Çînê tê lidarxistin civînek hevpar pêk anî. Herwiha Obama destnîşan kir ku bi Rûsyayê re li ser krîza Sûriyayê dixwazin li hev bikin.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku bi Rûsyayê re hêj li hev nekirine. Li Sûriyayê aliyên ku em piştgirî ya wan dikin û ji bo aştiyê bê ragihandin cudahiyên mezin di navbera me û Rûsyayê de heye.

Ji aliyê din ve Obama eşkere kir ku hevdîtinên bi Rûsyayê re ya di mijara çareser kirina krîza li Sûriyayê gelek girînge.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov sibê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Dewleta Amerîkayê Barack Obama hevdîtin pêk tînin.