13:03:53
Rojava News: Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê Dmitriy Peskov derheqê nûçeyên ku Pûtîn wê Erdogan û Esad bicivîne de daxuyanî da û ragihand ku ev nûçe nerast in.
Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê Dmitriy Peskov derheqê nûçeyên ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bicivîne de daxuyanî da û ragihand ku ev nûçe nerast in.
Çend roj berê rojnameya El Safir ku Libnanê weşanê dike îdîa kiribû ku Serokê Rûsyayê Pûtîn wê Serokomar Erdogan û Serokê Sûriyeyê Esad di meha îlonê de yê wan bicivîne. Lê Berdevkê Ofîsa Ragihandin a Kremlînê Dmitriy Peskov îro di daxuyaniyeke çapemenî de ragihand ku ev nûçe derew e û tiştekî wiha tuneye.
