Pûtîn û Obama li Çînê mijara Sûriyeyê axivîn!

Pûtîn û Obama li Çînê mijara Sûriyeyê axivîn!

13:08:49

 

Rojava News: Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Barak Obama li Çînê di Zîrweya G20ê de nêzî 40 deqîqeyî hevdîtinek pêk anîn.

Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov derheqê hevdîtina Pûtîn û Obama de diyar kir ku hevdîtina herdu serokan ji plansaziyê dirêjtir domand.

Beriya her tiştî mijara Ûkrayna û Sûriyeyê axivîn, piştî wê hevdîtinê Pûtîn û Obama civîneke dualî jî li dar xistin.

Dmitriy Peskov di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku hevdîtina herdu serokan gelekî bi erênî derbas bû û ev xebat dê berdewam bin.

Serokê Rûsyayê Pûtîn û Obama herî dawî di Mijdara 2015an de li paytextê Fransayê li Parîsê di Zîrweya Keşûhewayê de hatibûn cem hev.

Di vê navberê de hevdîtina Pûtîn û Obama li Çînê rastî dewrekê ku Rûsya û Amerîka dixwazim çalekiyên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê koordîne bikin û li ser vê peymanekê çêbikin hat.

Ji bo vê beriya hevdîtina herdu serokan Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê john Kerry civînek li dar xistin.