Li Arabistana Suudî: di derbarê “bûka berfê” de fetwa hat

Li Arabistana Suudî: di derbarê “bûka berfê” de fetwa hat

Rojava News: Piştî ku Arabistana Suudî di bin berfê de ma çoşa  xelkê  wî welatî rastî fetwaya  “bûka berfê”  ya şêxê Sûûdî hat.

Şêxê Suudî di derbarê   “bûka berfê” de fetwa yek derxist û got li gorî ola îslamê  “bûka berfê” an jî “berfemêr” ne caîze.

Bi teybet piştî ku bakûrê Arabistana Suudî dibin pêla berfêde ma, gelek hewlatiyan jî  “bûka berfê” û “berfemêr” çêkirin, wêneyên wê jî li ser rûpelên tora civakî parkirin.

Barîna berfê ji welatiyên Suudî re bû ciyê coşeke mezin. Lê şêxê Suudî yê bi nave Muhammed Salih el-Mûnacid bi fetwayekê bersiva wan kesên ku berfebûk çêkirine da û got:  “li gorî ola îslamê  “bûka berfê” an jî “berfemêr”  çêkirin û bi wênekirin ne caîze.  Ji ber ku Xwedê derfet daye we wûn dikarin bi dara, bi keştiya, bi binayeta bi hemû tiştê bê rix kêfa xwe bikin.  Lê çêkirin û yarîkirina bi  “bûka berfê” an jî “berfemêr”  ê ne caîze”