Rûsya dixwaze firotina çekên xwe zêde bike

Rûsya dixwaze firotina çekên xwe zêde bike

23:44:48

 

Rojava News: Birêveberê Payebilind Sergey Chemezov ê şirketa pîşeyî ya gelemperî ya Rûsyayê Rostecê ragihand ku hinrdekirina Rêbendan-Tebaxê ya Rûsyayê bo alavên leşkerî 7 milyar dolar e û ew pêşbîn dikin ku ji hinardekirina par a ku 14.5 milyar dolarî derbas bibe.

Chmezov li pêşangehz Army 2016ê ya li Moskovayê tê lidarxistin axivî û got ku ew pêşbîn dikin ku hinardekirina çek û cebilxaneyan a Rûsyayê îsal ji ya par zêdetir be.

Birêveberê rûs diyar kir ku Rûsyayê îsal di 8 mehan de bi 7 milyar dolar çek û cebilxane firotin û wiha dewam kir:"Ev hejmar diyar dike ku firotina giştî ya çekan dê li gorî par bêtir be."

Cehemzov destnîşan kir ku ew bi taybetî dixwazin hinardekirina pergalên moşekên bilûle zêde bikin û got: "Bi taybetî li derveyî welat, xwestina moşekên bilûle zêde bûye".

Rûsyaya ku li cîhanê piştî Amerîkayê di rêza duyem de ye di firotina çek û cebilxaneyan de, par bi 14.5 milyar dolarî çek firotibûn.