00:04:50
Rojava News: Hilbijartina 8ê Mijdarê ya Serokatiya Amerîkayê her diçe nêz dibe û li gorî anketên dawî namzedê komarparêz Trump ketiye pêşiya Hillary Clintonê.
Hilbijartina 8ê Mijdarê ya Serokatiya Amerîkayê her diçe nêz dibe û li gorî anketên dawî namzedê Partiya Komarparêz Donald Trump ketiye pêşiya namzeda Partiya Demokrat Hillary Clintonê. Li gorî anketên nû yên şirketa CNN/ORCê, namzeda demokrat Clinton ji sedî 43 û namzedê komarparêz Trump jî ji sedî 45an werdigire. Namzedê Partiya Liberteyen Gary Johnson ji sedî 7 û namzedê Partiya Keskan Jill Stein jî ji sedî 2an distîne.
Li gorî daneyên şirketa anketor, Trump di herdu hefteyên dawî de rêjeya dengên xwe pir zêde kiriye.
Heman şirketa anketor di serê meha tebaxê de dîsa anket çêkiribû û li gorî rêjeyê şirketê Clinton bi 8 puanan li pêşiya Trump bû.
