UNICEF: 50 milyon zarok derbeder bûne!

UNICEF: 50 milyon zarok derbeder bûne!

11:57:20

 

Rojava News: Rêxistina NY ya bi navê UNICEF dibêje, ji ber rewşa şer û tundûtûjiyê, li seranserî cîhanê nêzîkî 50 milyon zarok bi neçarî ji malên xwe derbeder bûne.

Rêveberê Cibicîkar yê UNICEFê Anthony Lîk bi daxuyaniyekê ragihand û got: “Wêneyên zarokan, laşê biçûk yê Alanê Kurdî yê ku li perava deryayê xeniqî, rûyê Umran Deqnîş ê bixwîn di ambulance de matmayî rûniştî, ji bîra cîhanê naçin.”

Lîk got: “Her wêneyeke zarokekî yan keçekê, nîşan dide ku bi milyonan zarok di metirsiyê de ne, ev yek jî karekî cidî ji me dixwaze.”

Li gor raportên UNICEFê, 28 milyon zarok ji ber rewşa şer û tundûtûjiyê bi neçarî ji malên xwe derbeder bûne, herwiha pêdiviya wan jî, bi alîkariyên mirovî yên sereke hene.

Herwiha li gor UNICEFê, heta dawiya sala 2015an 31 milyon zarok bûn penaber, 17 milyon zarokên din jî di welatên xwe de derbider bûne.