Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin!

Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin!

10:53:42

 

Rojava News: Bi armanca rawestandina pevçûnên li Sûriyê, Amerîka û Rûsyayê li ser agirbestê li hev kirin. Dê agirbest yekem roja Cejna Qurbanê dest pê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî civîna li otêleke Swîsreyê civîneke rojnamevanî saz kirin.

John Keryy di axaftina xwe de got, ew ji bo kêmkirina tundiyê, sivikkirina êşan û di pêvajoya aştî û siyasî de berdewamkirina kar û xebatan kom bûne.

Kerry eşkere kir ku Amerîka û Rûsyayê li ser rawestandina pevçûnan li hev kirine û wiha axivî:

“Li seranserê Sûriyê dê roja 12ê Îlonê, yekem roja Cejna Qurbanê agirbest dest pê bike. Em bawer dikin ku pêkanîna planê dê ji bo Sûriyê bibe destpêka serdemeke nû.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha da zanîn ku piştî hemû aliyan pêwîstiyên agirbestê pêkanîn, dê piştî cejnê Amerîka û Rûsya li ser mijara hemahengiya tekoşîna li dijî DAIŞ û El Nûsrayê kar bikin.

Sergey Lavrov jî diyar kir ku piştî 7 rojên agirbestê dê navendekî pratîkî ava bikin.

Lavrov daxuyand ku dê pisporên leşkerî yên her du welatan cihê komên terorîst û yên dijbereyê destnîşan bikin û wiha berdewam kir:

“Me li hev kir ku hêzên esmanî yên Amerîka û Rûsyayê bi hev re li Sûriyê li dijî pêgehên terorîstan operasyonan bikin.”