11:29:25
Rojava News: Dozgerê giştî yê Parîsê François Molins ragehand, şaneyekî terorîstê jinên DAIŞê aşkera kirine û xwestine bi rêya teqandina tûpên gazê û wesayîtan êrîşên terorîstî li Parîsê pêkbînin.
François Molins dûh 09.09.2016ê di civîna çapemeniyê de aşkera kir, jinên terorîst ji aliyê berpirsên rêxistina terorîst a DAIŞê ve li Sûriyê ve hatine şandin.
Herwaha got, wan destdanîne ser wesayîta bombekirî û tûpên gazê, ku nêzîk dêra katedraya Notherdamê li Parîsê ragirtine.
Dozgerê giştî yê Parîsê François Molins diyar kir heta naha DAIŞê tenê zilam bo êrîşên terorîstî bikar anîne, lê naha tenê zilaman na di heman demê de jin û keçan jî bi rêya înternetê ve dixapîne û planên xwe bi rêya wan ve dixwaze pêkbîne.
Herî dawiyê jî aşkera kir wan 3 jinên terorîst li Parîsê girtine, ku peyvendiya wan a rasterast bi şaneyên terorîstan ve heye û baweriya wan jî bi temamî DAIŞê heye.
