Rojava News: Amerîka û Îsraîl, piştî salek hevdîtin û gotûbêj, di warê hevkariyên serbazî de li hev kirin.
Ajansa Reutersê ragihand, rayedarên amerîkî û îsraîlî li ser hevkariyên serbazî di navbera Til Avîv û Waşingtonê de gihîştinê rêkeftinê.
Li gorî Reutersê, rêkeftina han dê 10 salan bidome û hecma wê jî 38 milyar dolar e.
Tê pêşbînîkirin beriya ku serokatiya Obama xilas bibe, rêkeftin ji aliyê serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu û serokê Amerîka Barack Obama ve were îmzekirin.
Serokatiya Barack Obama îsal xilas dibe.
