Rojava News: Hate ragihandin ku operasyonên Amerîkayê ya li Iraq û Afxanîstanê ya piştî êrişa 11ê Îlonê maliyeta wê ji bo gel 5 trîlyon dolar bûye.
Li gorî rapora Zanîngeha Brownê ya Amerîkayê ku amade kiriye operasyonên leşkeri ya li her du welatan û tezmînatên ku dane malbatên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, alîkariya kesên birîndar û ava kirina cihên ku di şer de xesarê ditîne di nav de maliyeta operasyonên her du welatan ji Amerîkayê re ji planên ku dihat kirin zêdetir derketiye.
Nivîskarê ku raporê amade kiriye Neta Crawford maliyeta şer ji Amerîkayê re 4 trîlyon 790 mîlyar dolarî bûye.
Rapora ku di meha hezîranê de hate eşkerekirin 6.5 trîlyon dolar masrefên parastinê ya artêşa Amerîkayê bibû sedemên nîqaşan û evqas pere li ku û ji bo çi hatine xerçkirin ji di dest de dane û fature jî tine ne hatibû ragihandin.
