11:41:10
Rojava News: Berdevkê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî William Spindler bang li welatên ewrûpî kir ku teahudên xwe yên derbarê penaberan bînin cih.
Berdevkê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî William Spindler di civîneke çapemeniyê ragihand ku welatên endamên Yekitiya Ewrûpayê (YE) di nava xwe li hev kirine ku penaberên li Yunanîstan û Îtalyayê li welatên din yên endamên YEyê bêne belavkirin. Lê heta niha tenê ji sedî 3ê peymanê hatiye cih.
Spindler, xwest ku di vê mijarê de gavên lezgîn bêne avêtin. Spindler destnîşan kir ku niha li Yunanîstan û Îtalyayê bi qasî 160 hezar penaber hene ku di nava 2 salên borî de divê li welatên din bihatana bicihkirin. Lê heta niha tenê 4 hezar 776 penaber li welatên ewrûpî hatine bicihkirin. Hejmara penaberên ku ji Yunanîstanê veqetiyan 3 hezar û 712 û yên ji Îtalyayê jî veqetiyan hezar 64 in.
Herwiha bi qasî 7 hezar û 970 penaberên li Yunanîstanê serlêdanên fermî kirine da ku derbasî welatên din bibin. Spindler wiha got: 'Rayedarên yunan divê bi lez serlêdanên penaberan binirxînin û pêvajoya bicihkirina penaberan a li welatên din zêde bilezîne. Lewra zivistan tê û wê şert û merc zehmet bibe. '
