11:27:39
Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew dibînin ku baştir e, hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby duh Înyê,16ê Îlona 2016, li Washingtona paytext konfranseke rojnamevanî li dar xist.
John Kirby di bersiva pirsyareke Rûdawê de ragihand, di şerê li dijî DAIŞê de komek destkevt hatine bidestxistin û ew dê berdewam bin li ser alîkariya wan hêzên ku li ser erdê li dijî DAIŞê şer dikin.
Herwiha John Kirby derbarê rewşa herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî got: "Em bi baş dibînin ku hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin. Herwiha em dixwazin hevrêzî di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam be."
