YE: Divê tedbîrên ewlehiyê li sînorê Tirkiyê û Bulgariya bên girtin!

YE: Divê tedbîrên ewlehiyê li sînorê Tirkiyê û Bulgariya bên girtin!

12:21:26

 

Rojava News: Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê Jean-Claude Juncker ragehand ku, pêwîst e 200 pasvan li ser sînorê Tirkiyeyê û Bulgarîstanê werin bicihkirin.

Juncker ligel Serokê Bulgarîstanê civînek çapemeniyê pêk anî û da zanîn ku, ewê di çarçoveya rêlibergirtina penaberiyê de 160 milyon euro alîkariya Bulgarîstanê bikin.

Junckerda zanîn ku, Bulgarîstan ji ber koça penaberan a ji ser Tirkiyê ve  bi pirsgirêkek mezin re rû bi rû maye û ev mesele bandorek mezin li ser Yekitiya Ewropayê jî dike.

Herwiha aşkere kir ku, bi armanca rê liber girtina koça penaberan divê ew 200 pasvan û 50 wesaît di nav bera Tirkiye û Bûlgarîstanê bicih bikin.