Serokkomarê Îtalya dest ji kar kişand

Serokkomarê Îtalya dest ji kar kişand

Rojava News: Serokkomarê Giorgio Napolitano dest ji peywira xwe kişand. Siyasetmedarê 89 salî beriya çend mehan dabû diyarkirin ku ew ê îstîfa bike. Hikûmeta Îtalyayê wê roja 29’ê Çileyê ji bo hilbijartina nûnerên 58 herêman, senator, parlamenter û serokkomarekî nû li hev kom bibe.

Piştî Napolitano ku sala 2006 hatibû hilbijartin, ji bo hilbijartina serokkomarekî nû li hevkirinek çênebû, Napotilano careke din sala 2013 bibû serokkomar. Dihat payin ku peywira Napolitano heta sala 2020 berdewam bike. Lê ji ber pirsgirêkên kalbûn û tenduristiyê Napolitano biryar da ku îstîfa bike.

Hikûmeta Îtalyayê wê roja 29’ê Çileyê ji bo hilbijartina nûnerên 58 herêman, senator, parlamenter û serokkomarekî nû li hev kom bibe.