12:27:21
Rojava News: Li herêma Manhattanê ya New Yorkê teqînek ku hêj sedema wê nediyar e, pêk hat û di encamê de 29 kes birîndar bûn.
Li Amerîkayê teqîna Li Taxa Cehlsea ya Manhattanê qewimî û di encamê de 29 kes birîndar bûne bû sedema metirsiyê.
Her wiha di encama teqînê de piraniya pencereyên malên derdorê şkestine û ziyanekî madî jî li derdora cîhê teqînê çêbûye. Serokê Şaredariya New Yorkê Bill De Blasio diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê tê pêşbînîkirin ku ne êrişekê terorî ye, lê bizanîn hatiye encamdan.
Li Taxa Chelseayê çend kolanê ji çûnûhatine re hatine girtin û ambulans, tîmên agirkujiyê û hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê.
