13:40:55
Rojava News: Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar derheqê operasyona Mertalê Firadê de ragihand ku çavê Komara Tirkiyeyê ne di axa tu welatî de ye.
Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar derheqê operasyona Mertalê Firadê de ragihand ku çavê Komara Tirkiyeyê ne di axa tu welatî de ye, tenê ji bo ewlehî û parastina xwe ya meşru dikevin tevgerê.
Hulusi Akar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) mafê xwe ji qanûnan werdigire. TSK hemû wezîfeyên xwe di çarçoveya qanûnan de pêk tînê û bi paqijkirina qayînan her wê bi hêztir bibe. Operasyona Mertalê Firadê ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê hat pêk anîn ji bo parastina sînor û mirovên cîranên Tirkiyeyê û welatiyên me mijareke girîng û jiyanî ye."
Akar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ne çavê Hêza Çekdar û ne jî yê Komara Tirkiyeyê di axa tu welatî de tuneye. Em tenê mafê xwe yê meşru û ewlehiya xwee diparêzin."
Sererkanê Tirkiyeyê di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê bi yekbûnê bersivê bidin hemû tehdîd û metirsiya li ser gel û yekrêziya welatê xwe. TSK, bi cendirme, polês û cerdevanan re di nava hemahengiyê de wê mil bi mil li hemberî rêxistinên cûdaxwaz û terorîst tekoşîna xwe bidomîne."
