08:33:19
Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got berpirsiyar ku Amerîka pêşiyê bîne cih ew e ku divê yekîneyên mixalîf û terorîstan ji hevdu cuda bike.
Di daxuyaniya ku li ser malpera Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat weşandin de hat gotin "Lavrov got pir girîng e ku Amerîka pêşiyê komên mixalîfên nerme û terorîstan ji hevdu cuda bike û hêzên herêmî yên xwedî bandor hîn aktîf li komên tundrew bikin."
Her wiha hat diyar kirin ku şandên beşdarî civînê bûn li ser wê fikrê li hevdu kirin ku divê hemû alî bi awayekî teqez li gorî agirbestê tev bigerin.
Hat diyar kirin ku Lavrov berê civînê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayî John Kerry re hevdîtnek kir.
