08:36:45
Rojava News: Serokê Amerîkayê Obama li Neteweyên Yekbûyî di Lûtkeya Serokan ya bi mijara ‘penaberan' de bal kişand ser ku sektorên tabyet di mijara penaberan de wê tevkariyê bikin.
Obama di axaftina xwe de dest nîşan kir ku 50 şîrketên Amerîkayî ji bo piştgiriyê bide penaberan ji zêdetirî 650 milyon dolarî soza veberhênaniyê daye û anî ziman ku ev vebehênana soza wê hatiye dayîn wê li zêdetirî 20 welatan bibe alîkar ku 6 milyon û 300 hezar penaber bi hêz bin.
Obama di dewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku bi vê veberhênanê wê zêdetirî 220 hezar penaber werin îstîhdam kirin û wê ji bo zêdetirî 80 hezar penaberan jî derfeta perwerdehiyê were pêk anîn.
Tê gotin ku di nava wan şîrketan de Microsoft, HP, Google û ji şîrketên fînans jî Goldman Sachs, Western Union û MasterCard jî hene.
