08:51:23
Rojava News: Serokê Amerîkayê Barak Obama ragehand ku, 50 welatan amadekiriyên xwe bo pêşwaziya 360 hezar penaber ragehandine.
Derbarê vê mijarê Serokê Amerîkayê Barak Obama di çarçûveya lutkeya Neteweyên Yekbûyî de derbarê penaberan gotarek pêşkêş kir tê de da zanîn ku, 50 welat amade ne ku, pîwaziya 360 hezar penaber bikin, tekez kir ku, welatê pêşwaziya penaberan dikin dê hejmara wergirtina wan zêdetir bikin.
Ji aliyeke din Obama amaje bi rola her yek ji Almanya û Keneda kir di wergirtina û pêşwazîkirina penaberan.Da zanîn ku, piraniya penaberan jin û zarok in.
Duh, lutkeya Neteweyên Yekbûyî derbarê penaberan bi beşdariya çendîn serok û rêberan hat li darxistin.
