13:38:27
Rojava News: Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li New Yorkê çend hevdîtin pêk anîn.
Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li New Yorkê di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de çend caran hevdîtin pêk anîn.
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Lavrov û Kerry ji bo mijara Sûriyeyê bi rêya telefonê axivîn û piştî axaftinê herdu ali bi heyetekê ve rû bi rû civiyan.
Lavrov û Kerry ji bo peymana agirbesta li Sûriyeyê li ser navê welatên xwe li hev kiribûn û li gorî peymanê divê alîkariya însanî bighînin herêmên dorpêçkirî û herdu welat bi awayekî kordîne li hemberî rêxistinen terorîst êrişên hewayî pek bînin.
Lê Piştî êrişa balafirên koalîsyona navneteweyî ya li Dêra Zorê li hemberî leşkerên Artêşa Sûriyeyê û êrişa ser konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî li Helebê peyman kete metirsiyê.
Ji aliyê din ve Artêşa Sûriyeyê jî ji bo ku grûbên mûxalif bi yekalî agirbest îhlal kirin ragihand ku tu wateya sepandina peymana agirbestê nemaye. Peymana agirbestê di 12ê Îlonê hatibû ragihandin û li gorî pêvajoyê wê dem bi dem bihata dirêjkirin.
