Ji Fransa pêşniyarek nû!

Ji Fransa pêşniyarek nû!

00:35:22

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derveyêya Fransayê Jean-Marc Ayrault mekanîzmayekê nû ji bo peymana agirbesta ya li Sûriyayê di navbera Rûsyayê û Amerîkayê hatibû morkirin, pêşkeş kir.

Ayrault, civîna çapameniyê li New Yorkê di Lijneya Neteweyên Yekbûyî de li dar xist û ragihand ku ji bo agirbestê pêşniyarek kirine.

li gorî pêşniyarê ku peymana Amerîka û Rûsyayê bê sepandin, agirbest bi mekanîzmaya erê kirinê û çavdêriyê pêkane. Ev mekanîzma dê hemû endamê Koma Alîgirên Sûriyayê ya Navneteweyî bîne cem hev û lê nêz bûnek kolektîk pêşkeş bike.

Ji aliyê din ve wezîrê frensî eşkere kir ku hikûmeta Fransayê ji bo krîza li Sûriyayê çareyek bibîne bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hefteya bê hevdîtin pêk bîne. Herwiha Ayrault destnîşan kir ku Fransa ji bo krîza li Sûriyayê çareser bike bi gelek aliyan re hevdîtin pêk aniye û danûstandina fikran pêk anîtiye.

Dê bi heman şêwazi hefteya beriya me di serdana Pûtîn ku serdana Parîsê dike hevdîtin pêk bînin.