12:02:46
Rojava News: Li eyaleta Waşingtonê ya Amerîkayê, di encama êrişeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin.
Şeva borî li bajarokê Burlîngtonê yê bajarê Seattle li eyaleta Waşingtonê, markêtek rastî êrişa çekdarî hat.
Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de herî kêm 4 kes mirin ku piranî jin in.
Polîs daye zanîn ku êrişkar piştî êrişê reviyaye lê operasyona girtina wî didome.
Heta niha nayê zanîn ew êriş çima hatiye kirin.
