Swêd: Grupeke çekdar yê nenas êrîşek pêk anîn!

Swêd: Grupeke çekdar yê nenas êrîşek pêk anîn!

11:40:28

 

Rojava News: Çekdarên ku êrîş kirine bi motosîkletan êrîş pêkanîne û revîne

Polîsê Swêd ragahend, hejmarek hemwelatî ji ber wê êrîşa çekdarên ku nehatin naskirin birîndar bûne.

Êrîş dûh 25.09.2016ê derengê şevê li taxa Fuse ya bajarê Malmo yê, ku dikeve başûrê Swêdê pêkhat.

Çekdarên ku êrîş pêkanîne, êrîş bi motosîkletan ve hatine û destdirêjî li ser xelkê kirine û çar hemwelatî jî birîndar kirine, ku yek ji birîndaran jî birîna wî girane.

Li gor polîsê Swêd jî çekdarên ku êrîş pêkanîne, rûyên xwe girtine û bi motosîkletan ve revîne cîhê ne diyar.

Li gor zanyariyên berdest, bajarê Malmo yek ji bajarên Swêdê yê ku herî zêde penaberên ereb lê jiyan dikin e.