11:21:55
Rojava News: Berbijêrên hilbijartina serokatiya Amerîkayê de namezetê Demokratan Hillary Clinton û hevrikê wê namzetê Komarîxwazan Donald Trump, beriya hilbijartinên 8ê Mijdarê cara yekemîn bi hev re beşdarî bernameyekî gotûbêjê bûn.
Li Zanîngeha Hofstra ya New Yorkê, gengeşiya di navbera Clinton û Trump de saetek û 35 xulek ajot û piranî mijarên aborî û şerê DAIŞê hatine nirxandin.
Di gengeşiyê de Trump zêdetir aciz diyar bû û hevrika wî Clinton hêmintir bû.
Clinton: Em ê piştgiriya şêrîkên xwe yên kurd bikin
Hillary Clinton di axaftina xwe de got ku dê êrîşên esmanî yên li dijî DAIŞê zêdetir bibin û ji bo DAIŞê ji Reqayê derbixin jî piştgirî bidin şêrîkên xwe yên kurd û ereb.
Li gorî rapirsiya CNN Clinton biserket
Ji sedî 62ê beşdarên rapirsiya CNN/ORCê di wê nêrînê de ne ku di gengeşiyê de Clinton biserket. Ji sedî 27ê beşdaran jî dibêjin Trump serkeftî bûye.
Pêşkeşkariya genşeşiyê ji aliyê rojnamevanê navdar ê Amerîkî Lester Holt kir.
Li gorî rapirsiya Reuters/Ipsosê, piraniya hilbijêrên Amerîkayê, di pêvajoya hilbijartinan de li hêviya gengeşiyan dimînin û paşî biryara xwe didin.
Hê 2 gengeşiyên din hene
Beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, herdu namzet 3 caran bi hevre gengeşiyê dikin û ev gengeşî ji aliyê hemû welatiyên Amerîkayê ve tê temaşekirin.
Dê 4ê Cotmehê jî cîgirê herdu namzetan Mike Pence yê Komarîxwaz û Tim Kaine yê Demokratan gengeşiyê bikin.
