Herdu keçên îtalî li Sûriyê hatin berdan

Herdu keçên îtalî li Sûriyê hatin berdan

 

Rojava News: Hikûmeta Îtalyayê aşkere kir ku herdu keçên îtalî ku berî 4 mehan li Sûriyê hatibûn revandin, serbest hatin berdan.


Ofîsa serokwezîrê Îtalya li ser Twitterê nivîsandiye ku herdu keçên îtalî, Vanisa Martsolo û Grita Rameli hatine azadkirin û wê di demeke nêzîk de vegerin Îtalyayê.


Hikûmetê dema vegera wan û ti zaniyariyên zêdetir li ser berdana wan eşkere nekir, lê medyaya îtalî belav kiriye ku herdu keç wê îro înê vegerin Îtalyayê.


Wezareta derve ya Îtalya ragihandibû ku ew herdu keç di meha tebaxê ya sala borî de dema ku karê xwe yê mirovî li bajarê Helebê dikirin, hatin revandin.


Berî 2 heftiyan vîdyoyek belav bû ku tê de herdu keçên îtalî bang li Hikûmeta Îtalyayê dikirin ku wan azad bike. Di vîdyoyê de hat gotin ku ew ji aliyê Cebhet Elnusra ve hatine girtin.