< < ‘‘Kurd yekem hêz in ku karîne DAİŞ’ê têkbişkênin’‘

‘‘Kurd yekem hêz in ku karîne DAİŞ’ê têkbişkênin’‘

Rojava News: Piştî serdana xwe bo Herêma Kurdistanê û ji nêzîk ve dîtina destkeftên Pêşmergeyan; Wezîra Berevaniyê ya Elmanya Ursula von der Leyen li Parlamentoya Federal a welatê xwe got: ‘’Divê civaka navdewletî ji rastîbûna Kurdan têbigihe û zêdetir piştgiriya Kurdan bike.’‘


Li gor rojnameya Bild a Elmanî, Ursula von der Leyen wiha axifî: ‘’Di serdana min a vê dawiyê de bo Herêma Kurdistanê ew rastî hat dîtin ku Kurd yekem hêz in li cîhanê ku bikaribin DAİŞ’ê têkbişkînin û bi rastî şerê dijî DAİŞ’ê bi awayekî serkeftî dikin.’‘


Ursula von der Leyen herwiha tekez kir ku divê Elmanya, Ewropa û civaka navdewletî bi awayekî cidî piştgiriya Kurdan bikin û alîkariya zêdetir bişînin ji wan re bo şerê dijê DAİŞ’ê. Herwiha daxwaz ji parlamentoya welatê xwe kir ku zêdetir piştgiriya Herêma Kurdistanê bike.


Wezîra Berevaniyê ya Elmanya Ursula von der Leyen axaftina xwe wiha qedand: ‘’Berî çend rojan ez li Hewlêrê bûm, li wir min rewş ji nêzîk ve dît. wê demê xelkên Ewropa û cîhanê digotin em Charlie Ebdo ne wek piştgiriyek li kovara Charlie Ebdo ya Fransî, lê divê em bibêjin jî ku em Kurd in û Êzdî ne.’‘