10:56:37
Rojava News: Kolombiyayî di referandûmê de dengê xwe li dijî peymana aştiyê bikaranîn û ji sedî 50.24ê dengdêran li hemberî peymana hikûmet û rêxistina FARCê bikar anîn.
Ji bo bidawî anîna şerê 52 salan, hikûmeta Kolombiya û gerîlayên FARCê, piştî danûstandinên 4 salan, hefteya borî li Hawanaya paytexta Kûbayê, peymana aştiyê îmze kiribûn. Ji bo cîbicîkirina peymanê divêya bi referandûmê destûra gel jî bê wergirtin.
Di referandûmê de ji sedî 37ê gelê Kolombiyayê dengê xwe bikaranî. Ji sedî 50.24ê dengdêran ji peymana aştiyê re gotin na. Piştî referandûmê pêşeroja peymanê ne diyar e.
Serokomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos got ku tu planeke wî ya B nîne. Santos diyar kir ku agirbest hê jî derbas dibe û ew dê dest ji pêvajoya aştiyê bernedin.
Serokê rêxistina FARCê Timoleon Jimenez jî daxuyand ku ew ji bo berdewamkirina aştiyê bi biryar in. Peymana aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiya û rêxistina FARCê de Kolombiya kiribû du beş.
Serokomarê berê Alvaro Uribe li dijî peymanê bû. Di 52 salên şerê Kolombiyayê de nêzîkê 260 hezar kesan jiyana xwe jidest dabû.
