FARC: Ti giringiya referandûmê nîne!

FARC: Ti giringiya referandûmê nîne!

 

Rojava News: Serokê Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) Rodrigo Londono, diyar kir ku wê guh nedin encama neyinî ya referandûmê.

Londono dîmenek weşand û tê de got FARC li gorî aştî û agirbestê tevdigere û wê her tevbigere. Londono encama neyinî ya referandûmê wek têkçûneke siyasiye şirove kir û got wê guh nedin encama referandûmê.

Londono diyar kir ku peymana ku bi hikuemta Kolombiyayê hate îmzekirin, di çarçoveya Peymana Cenevreyê de, wek Peymana Mirovî ya Taybet pêşkêşî Konseya Federal ya Swêdê kirine. ​

Hejmarek zêde yê gelê Kolombiyayê yên beşdarî referandûmê bûn ji peymana li gel FARCê re gotin 'na.' Serokê Dewleta Kolombiyayê derbarê referandûmê amaje kir ku ew biryara gel ya neyinî qebûl dikin û wê lêgerîna xwe ya aştiyê bidomînin.