Hejmara miriyên karesata bagera Matthewê gihîşt 283an

Hejmara miriyên karesata bagera Matthewê gihîşt 283an

18:36:16

 

Rojava News: Hikûmeta Haitiyê ragihand ku jiber Bahoza Matthewê li seranserê welat 339 kesan jiyana xwe jidest daye.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku ji ber bahozê erdên çandiniyê û avahiyan zirareke mezin dîtiye û 350 hezar kes mexdûr bûne.

Hate zanîn ku hêza bahoza Haîtiyê 4 pile bûye û di seetê 233 kîlometre bûye.

Hate gotin ku ev bahoz piştî erdheja sala 2010ê, mezintirîn karesata li vî welatî ye.

Jiber Bahoza Matthewê, li parêzgehên Florida, Georgia, Carolinaya Başûr û Bakur a Amerîkayê jî  “rewşa awarte” hatiye ragihandin.