Serokê Kolombyayê xelata Nobelê wergirt!

Serokê Kolombyayê xelata Nobelê wergirt!

18:41:35

 

Rojava News: Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ê ku, peymana bidawîkirina şerê 52 salan bi rêxistina FARCê re imzekir, Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.

Juan Manuel Santos çend roj beriya niha ligel rêxistina FARCê peymana aştiyê morkiribû û dawî li şerê 52 salan anîbû.

Piştî peymanê li Kolombiyayê referandûm pêk hatibû û xelkê piştgirî nedabû aştiyê lê Santos gotibû ku ew dê dest ji hewldanên aştiyê bernede.

Desteya Nobelê daxuyand ku hewldanên Santos ên ji bo aştiyê, hêjayê xelatê ye.

Biryare Xelata Nobelê ya ku, buhayê wê 930 hezar dolare di Kannûna yekem li Oslo patexta Nerwijê bo xwediyê wê were radest kirin.