11:11:22
Rojava News: Li gorî Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê di xebatê lêgerîn û lêkolînê de 535 koçber li Deryaya Egeyê hatin zevtkirin.
Li gorî Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê di xebatê lêgerîn û lêkolînê de 535 koçberên ku dixwestin herin dewletên Ewropa li Deryaya Egeyê hatin zevtkirin û 151 koçber jî bi saxît ji deryayê hatin deranîn.
Berpirsên Wezareta Navxweyî ragihandin ku di navbera 30ê Îlonê û 7ê Cotmehê de di 18 bûyerên cûda de daxwaza alîkariyê ji Fermandariya Ewlehî ya Peravê hat xwestin. Di xebatên ku hatin kirin de 151 koçber bi saxîtî ji deryayê hatin deranîn.
Li gorî doneyên Wezareta Navxweyî di van çend hefteyên dawî de koçberên ku dixwazin derbasî dewletên ewropî bibin xebatên wan yên li herêmên wekî Çeşme, Dikili, Bodrum û Ayvalikê zêde bûn.
