Amerîka derbarê leşkerên tirk ya li Başîkayê de daxuyanî da

Amerîka derbarê leşkerên tirk ya li Başîkayê de daxuyanî da

 

Rojava News: Nûnerê Taybet û Têkoşîna li dijî DAIŞê ya Serokê Dewleta Amerîkayê Barack Obama, Brett McGurk li ser pirsa leşkerên Tirkiyeyê ya li Başîkayê ya Mûsilê bersivand û ragihand ku tevgeriyên hemû leşkerî yên li Iraqê dibe li ser daxwaza hikûmeta Iraqê pêk were. Em wek koalisyon li gorî dazwaza hikûmeta Iraqê tevdigerin.

Nûnerê Taybet yê Obama, McGuk beşdarî civîna rojane ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê John Kirby pêk tîne bû û pirsên rojnamegeran bersivand. McGurk li ser pirsa derbarê leşkerên tirk yên li Başîkayê ya Mûsilê, eşkere kir ku hemû tevgeriyên leşkeri ya li Iraqê divê li gorî daxwaza hikûmeta Iraqê be.

Herwiha Nûnerê Taybet McGurk ji bilî van xalên din yekîtî û serdestiya Iraqê ye. Leşkerên tirk yê li Başîkayê li gorî rizaya hikûmeta Iraqê nîne.

McGurk bibîr xist ku ev saleke leşkerên tirk li Başîkayê hatine bicihkirin û ev heyam di rewşek şaş de hatiye meşandin, lê bicih kirina leşkerên tirk li gorî daxwaza hikûmeta Iraqê nîne.