Amerîka: Peywendî bi Enqerê re nîne!

Amerîka: Peywendî bi Enqerê re nîne!

12:15:55

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser mijara hêzên beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û çawaniyê wê de ragihand, Iraq dê biyarê bide.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby îro li Washingtonê konfranseke rojnamevanî pêk anî û tê de behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û ragihand derbarê operasyonê de peywendiyên bi yekser di navbera Tikiyê û Amerîkayê de nîne.

John Kirby li ser pirsa der heqê “Tikiyê bi îsrar dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe” de wiha got: “Derbarê operasyonê ti peywendiyên me bi yekser bi Tirkiyê re nîne. Ez careke din dubae bikim, kampanya rizgarkirina Mûsîlê plana Iraqê ye. Hikûmeta Iraqê dê biryarê bide ka kîjan hêz dê beşdarî operasyonê bibin ne Amerîka. Ne em vê yekê diyar dikin, ev yek maye hêviya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve.”

Kirby pirsa “Bi we Tirkiyê dê ji bo rizgarkirina Mûsilê bibe alîkar?” wiha bersivand: “Ez di mijarên de leşkerî de naxwazim li ser sawan tiştekê bibêjim. Plana hêzên hevkariyê bikin girêdayê hikûmeta Iraqê ye. Di heyama biyardanê de em jî hevakriya Serokwezîr Enadî dikin. Operasyona Mûsilê ya Iraqiyan e.”

Li ser mijara hebûna leşkerên Tirkiyê di nav axa Iraqê de û herwiha beşdarbûn an jî beşdarnebûna wan hêzan di şerê Mûsilê de, nakokiyek tund di navbera Bexda û Enqerê de derketibûn.