Cabir El-Bekir di zîndane Almaniya de xwe kuşt

Cabir El-Bekir di zîndane Almaniya de xwe kuşt

4:47:01 PM

Rojava News : Duh danê  êvarê , penaberek Sûrî nevê wî "Cabir El-Bekir" yê gumanî di hewldana ku xwe li balafirxane Almaniya teqandiba , li zîndane bajarê Lîbzic li Almaniya xwe kuşt.

 

Hêzên Polîsê Almanya bombeyên teqîner li mala Bekir yê temenê wî 22 salan dîtin, û roja Duşemê ew girtin û xistine zîndanê de.

 

Berpirsê Polîsê Corj Mîkaîlîs ragihand ku Cabir El-Bekir girêdayî Daiş e, û Bekir li ser înternetê geriya ku çawa bombeyan çêki, û dixwest kemerak bombekirî çêke.

 

Malpera magazîne Dîr Şibîgil weşand  ku Bekir xwarin ne di xwar di zîndanê de û herdem polîs ew goyînger di kirin.