12:07:18
Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Berhem Qasimî ragihand ku Muhemed Cewad Zerîfî jî dê beşdarî civîna Lozanê ya derbarê Sûriyeyê de bibe.
Qasimî daxuyaniyeke nivîskî da û tê de wiha hat ragihandin: "Wezîrê Derve Muhemed Cewad Zerîfî dê beşdarî civîca li Lozanê ya derbarê Sûriyeyê de tê ldarxistin û nûnerên Iraq û Sûriyeyê û dewletên herêmî û ne-herêmî jî lê beşdar bibe." Herwiha ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Zerîfî vê sibehê berê xwe da Lozanê.
Wezîrên Karên derve yên dewletên Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Îranê li gel ên çend dewletên din wek Erebistana Siûdî û Misirê û herwiha nûnerê NYyê yê Sûriyeyê dê beşdarî civîna bajarê Lozana Swîsrayê bibin ta ku qeyrana Sûriyeyê çareser bikin.
