12:33:06
Rojava News: Nûnerê serokê Amerîka di hevpeymaniya dijî DAIŞê de li ser operasyona Mûsilê daxuyaniyek da û ragihand, “Em şanaziyê dikin ku di vê operasyona dîrokî de bi we re ne”.
Îro danê sibê qonaxa yekemîn a operasyona azadkirina Mûsilê bi beşdariya bi hezaran Pêşmerge û serbazên iraqî û çekdarên herêmî dest pê kir.
Nûnerê Obama di hevpeymaniya dijî DAIŞê de, Brett McGurk li ser rûpela xwe ya twîtterê derheqê operasyona Mûsilê de peyamek belav kir.
McGurk di peyama xwe de gotiye, operasyona azadkirina Mûsilê piştî du salên tarîtiyê, bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kir. Di vê operasyonê de hêzên Iraqî, pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên xwebexş ên Nînowayê beşdar in. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku di vê operasyona dîrokî de bi we re ne.
