Trump "Esad ji Obama zîrektir e"

Trump "Esad ji Obama zîrektir e"

13:01:42

Rojava News: Namzetê Komarî yê Serokatiya Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku birêveberiya Amerîkayê ya niha bi ehmeqane bi dosyaya Sûriyeyê re da û stend.

Trump di munazereya xwe ya sêyem di dijî namzeta demokrat Hillary Clintonê de wiha axivî: "Esad(serokê Sûriyeyê) mirovekî xerab e…Lê ew bi gelekî ji Hillary û Obama zîrektir e.

Esad berî du salan piştgiriya Rûsyayê bi dest xist û niha Îran û Rûsya hene." Herwiha Trump diyar kir ku Îran û Rûsyayê Amerîka li Sûriyeyê têk bir.

Ji aliyê din ve, Trump îdîa kir ku "Rûsyayê gelek erd li Sûriyeyê dagir kiriye û wiha pê de çû: "Lewra Pûtîn û Esad û Îranê zora Amerîkayê bir û sedema vê jî ehmeqiya birêveberiya me ye".