Meşa Girseya hezaran li ber Rojnameya Agosê

Meşa Girseya hezaran li ber Rojnameya Agosê

Rojava News: Bi hezaran kes ji bo 8’emîn salvegera kuştina edîtorê  Rojnameya Agosê Hrant Dînk bi dest bi meşê kirin.

 

Meşa ku ji bo salvegera kuştina edîtorê  Rojnameya Agosê Hrant Dînk ye ku di sala 2007'an de bi çeke hat qetilkirin destpê kir.

Bi deh hezarên kesên ku li ber Otela Dîvanê ya li Taksîmê kom bûn pankarta ku wêneye Hrant Dînk li ser hebû "Qirkirin, bi Hrant re rû bi rû werin" dinîvîsi û "Ji 1915'an heta Hrant qirkirin didome" vekirin. Di meşê de dowîzên "Dad dê bi destê gelan pêk were", 'Em li vir in Ahparig', Em hemû Hrant'in em hemû ermenî ne", "Kujer dewlet dê hesap bide" û dowîzên ku weneyên kesên di berxwedana Kobanê û Geziyê de jiyana xwe ji dest dan jî hat hilgirtin û dirûşmên "Em hemû Hrant in em hemû ermenî ne" "Kujer dewlet dê hesap bide" û "Ji bo Hrant edalet" hatin berzkirin.