Li Yemenê mîlîsê Şîa ketin Qesra Serokkomariyê

Li Yemenê mîlîsê Şîa ketin Qesra Serokkomariyê

Rojava News: Li Yemenê şer û pevçûnên ji roja Duşemê ve destpê kirine didomin. Piştî agirbesta êvara Duşemê hat îlankirin, mîlîsên Şîî îro ketin Qesra Serokkomar a li paytextê.

Mîlîsên Şîî yên bi navê Ansarullah, êvara duşemê derdora qesra Serokwezîrê Yemenê dorpêç kirin. Li nêzî vê jî Qesra Serokkomar heye.

Qesra Serokwezîr ku di dorpêça mîlîsên bi çekên giran de ma, hat aşkerakirin ku Serokwezîr jî li li qesrê ye.

Di nava rojê de hat dîtin ku mîlîsên Şîî bi du tankan ber bi Serkkomariya ve diçin. Îro piştî nivro jî piştî pevçûneke demkurt milîs ketin qesra Serokkomariyê.