11:23:55
Rojava News: Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz dibêje, ‘’Tirkiye xeta sor” derbas kir.
Schulz derbarê operasyona li ser rojnameya Cumhuriyetê ji hesaba xwe ya twetterê nerazîbûn nîşan da. Schulz da zanîn ku, operasyona li dijî rojnameya Cumhuriyetê biryarek siyasî ye û azadiya axaftinê xeta wan a sor e. Tirkiye bi binçavkirina Murat Sabuncu û karmendên din yên rojnameya Cumhuriyetê careke din xeta sor derbas kiriye.
Schulz got, Cumhuriyet ne tenê rojnameyeke serbixwe ye, herwiha saziya herî sekûler a Tirkiyê ye û dezgeha komarê ye.
Serokê Parlementoya Ewropayê rexne li hikûmeta Tirkiyê girt û ragihand, gûftûgoya li ser cezayê darvekirinê û girtina hevşaredaran nîşan dide ku, hikûmeta Tirkiyê ne bi dû yekgirtînê, bi dû dijberiyê ye.
