Lavrov. ‘Ez hêvî dikim ku pêwendiyên me bi Amerîkayê re baştir bê!

Lavrov. ‘Ez hêvî dikim ku pêwendiyên me bi Amerîkayê re baştir bê!

10:24:16

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov, eger Moskova û Washingtonê bihevre bixebitin, ez bawerim dê pêwendiyên me bipêşve biçin.

Herwiha navborî got: ‘Ez bawerim ku em bi hev re bixebitin dê pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê bipêşve biçin.

Eger Rûsya û Amerîka dixwazin îstîqrara navneteweyî biparêzin divê berpirsyariyên xwe bicih bînin. Ev yek bandorek erenî li têkiliyên navneteweyî dide.'

Wezîrê rûsî mînaka Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk ku Rûsya û Amerîka mor kirine da nîşandan û diyar kir ku ev mînakek başe çimkî; her du welat jî li gorî peymanê tevgeriyan û ewlehiya li tevahiya cihanê zêdetir kir.

Herwiha Lavrov da zanîn ku serokê Amerîkayê ya nû kî dibe bila bibe, Rûsya amadeye ku pê re diyalogan deyne.