Wezareta bergeriya Amerîkî kuştina serkirdeyeke xuya ji Qaîdê ragihand

Wezareta bergeriya Amerîkî kuştina serkirdeyeke xuya ji Qaîdê ragihand

3:37:00 PM

Rojava News : Wezîrê bergeriya Amerîkî ragihand ku serkirdeyek pilebilind bi nave Farûq Qehtanî di êrîşeke balafirek bêbalafirvan li Afxanistan hate kuştin.

Peyvdarê bi navê şalyariya bergeriya Amerî Pîter Kog di daxuyaniyekê de ragihand ku Farûq mîrê devera bakurê rojhelate Afxanistan bû, û penageh bo şervanên Rêxistinê peyda dikir.

 

Kog domand ku welatê wî da niha êrîşek din di heman demê de li ser serkirdeyê rêxistinê Bilal El-Utêbî dinirxîne.

Berpirsek Amerîkî ragihand ku hejmarek roketên Hidilfayir li ser di avahiyan ketin li devera Konar û Qehtanî û cîgirê wî xwe tê de veşaribûn.