Ji bo DAIŞ, 21 welat li Londonê dicivin

Ji bo DAIŞ, 21 welat li Londonê dicivin

 

Rojava News: Îro wezîrên derve yê 21 welatan li Londonê paytexta Birîtanyayê ji bo goftûgokirina çawaniya berengarbûna li rêxistina DAIŞ kom dibin.

 

Berdevkê bi navê wezareta derve ya Birîtanyayê dereh Dexlila ji rojnameya Şerq Ewset re ragihand ku, civîna Londonê dê wê yekê nîşan bide ku hevpeymaniya navdewletî bi îsrare bo jinavbirina ew gefa li dijî berjewendiyên me û berjewendiyên cîhanê bi tevasyî ye.

 

Hêjayî gotinê ye ku îro pêncşemê ku wezîrên derve yê 21 welatan û tevî 2 nûnerên ji yekîtiya Ewrupa û neteweyên yekbuyî gotûbêja hevrêziya û kordînasyona ji bo şerê li dijî DAIŞ tê kirin.

 

Berdevka wezareta derve ya Birîtanya diyar kir ku di civînê de ewê li ser hişkbûn û  berengarbûna li çavkaniyên darayî ên DAIŞ û nehêştina çûyîna çekdarên biyanî bo nava rêzên rêxistina DAIŞ û her weha alîkariyên mirovî jî gotûbêj bikin.