Li Yemenê şer û pevçûn: 44 kes hatin kuştin

Li Yemenê şer û pevçûn: 44 kes hatin kuştin

13:31:43

 

Rojava News: Li bajarê Taîz yê Yemenê di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Husî de 5 jê sivîl, 44 kes hatin kuştin.

Li bajarê Taîz yê Yemenê di navbera hêzên hikûmetê û hevalbendên Serokomarê Yemenê yê berê Ali Abdullah Salih û Husiyan de şer derket. Li gorî zanyariyên pêşî di şer û pevçûnan de 5 jê sivîl, hêzên ewlehî û 27 çekdarên Husî bi tevahî 44 kes hatin kuştin.

Her wiha li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Hêzên Berxwedana Gel (HBG) ku piştgiriya Serokomar Aldurabbu Mansur Hadî dikin diyar kir ku li bajarê Taîzê di şer û pevçûnên navbera hêzên ewlehî Husiyan de 12 leşkerên Yemenî û 27 çekdarên Husî hatin kuştin.