DAIŞê yek ji şêxên mezin ên Misrê serjêkir!

DAIŞê yek ji şêxên mezin ên Misrê serjêkir!

 

Rojava News: Yek ji şêxên rêça tesewufê (sofîtiyê) yê Misrê ji aliyê DAIŞê ve hat serjêkirin.

Malper û rûpelên înternetî yên DAIŞê wêne û dîmenên serjêkirina şêxekî Misrî yê rêça tesewufê belav kirin.

Li gorî DAIŞê, ew şêxê Misrî ku tê gotin temenê wî nêzîkî 100 sal bûye û di nav koçerên herêma Sîna ya Misrê de xwedan cihekî mezin bûye, “kahîn” (ji dîn derketiye) bûye lewma ew kuştine.