12:25:16
Rojava news: Hereketa ‘Yes Calîfornia' ya Amerîkayê, ji bo pêkanîna referandumê ku eyaleta wan ji welat veqete serî li dadgeha herêmî dan.
Serokê Hereketa Yes Calîfornia ya Amerîkayê Louis Marinelli berê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ji bo ku em eyaletê ji Amerîkayê veqetînin em plan dikin ku referandumê bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Los Angeles Timesê, Hereketa Yes Calîfornia ji bo veqetandinê gava pêşî avêt, serî li Serdozgeriya eyaletê da û daxwaz kir ku bi navê ‘Calexit: Dengdayîna Serxwebûna Kalîforniya ya 2019an' referandumek were lidarxistin.
Calexit,ji peyva ‘Cal' ji kîteya Kalîforniya ya pêşî û ‘exit' jî bi zimanê Îngîlî tê wateya derketinê 3u bi awayî hinartina Brexita Brîtanyayê dikin. Herwiha di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku yek ji avakarê Hereketa Yes Calîfornia Marcus Ruiz Evans ragihandiye ku sedema vê gavavêtina referandumê ji bo ku Donald Trump 45emîn Serokê Amerîkayê hatiye hilbijartin wan serî li rêyeke wiha daye.
