13:00:55
Rojava News: Zankoya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Duhokê, duh 22.11.2016ê, rûniştinekî berfireh bi hejmarek kesayetên siyasî, akademîsyen û bazirganan re rêkxist û di wê rûniştinê de behsa giringiya şîrketên taybet û saziyên bazirganiyê hate kirin û di pêş de birina civakê û bilind kirina asta hişyariya takekes hate gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya zankoya Amerîkayê ya Kurdistanê-Duhokê, rûniştin bi gotara serokê zankoyê Michael Mulnix ve destpê kiriye, ku di wê gotarê de balkêşa ser giringiya torên peyvendiyên civakî li karê bazirganiya şîrketan de. Herwaha diyar kir kêmbûna daxwazê ziyanekî mezin daya şîrketan, ji ber vê jî têkelbûna civakî û bilindkirina daxwaza tiştan bo demekî dirêj, stratejiyeke zîrekane di bazirganiya beşa taybet de dixwaze.
Piştre jî parêzgerê Duhokê Ferhad Etruşî, behsa erkê civakî ya şîrketan û saziyên bazirganiyê kir û bo bidestanîna jiyaneke civakî ya asude diyar kir divê bi vê alî de kar li ser bê kirin. Etrûşî got: ‘’Li ti welatekî kerta giştî nikare hemû erkan bigre ser xwe, dema ku hikûmetên sosyalîst ev siyaset birêve birin kerta taybet xeniqandin.’’
Parêzgerê Duhokê diyar kir, li wan welatên kerta taybet çalake û bazirganiya azad tê pêşxistin, şîrketên li wê derê xwedî erkekî mezinin, ku ji wî alîve sûd bigehînin civakê û li ser vê bingehê kar dikin.
Herwaha ji aliyê xwe ve serokê beşa bazirganiyê li zankoya Amerîkayê Kurdistan-Duhokê Enakshi Sengupta di axaftina xwe de, balkêşa ser erkê civakî yê şîrket û saziyên bazirganiyê (corporate social responsibilitiy) û diyar kir karê wan nayê wateya ku karên xêrxwaziyê bikin, dive hest bi pêkanîna berpirsartiyên civakî bikin û li gel wê jî karê bazirganiya xwe jî pêkbînin.
Herwaha mamostayê bazirganiyê yê zankoyê Vica Kapur got: ‘’Berhem anîn di kerta perwerdê û xwendina bilind de, yek ji nimûneya wan erkên civakiye û saziyên bazirganiyê ye, ev yek tê wateya ku şîrket alîkar dibin di avakirina takekesê bihêz û bikêr bo xizmetkirina bazirganiyan.’’
Heman panelê de, nûnerên çend şîrket û saziyên bazirganiya herêma Kurdistanê beşdarî rûniştinê bûn û behsa çalakiyên xwe kirin. vê derbarê de ji şîrketa Korek Egîd Seîd ragehand, wan pêşwext dest bi çalakiyên bi wî rengî kirine û naha bernameya wan a rahênanê heye û workshopên cuda bo nivîsandina CV û peydakirina kar bo karxwazan dikin.
